BIKARANÎNA ÎZAFEYÊ DI DEVOKÊN KURDÎYA KURMANCÎ DE (DEVOKÊN BAKUR, BAŞÛRÊ ROJHILAT Û BAŞÛRÊ ROJAVA)

Author: Mehmet YONAT

Publishing Date: 2020

E-ISSN: 2687-5438

Volume 2, Issue 2

ABSTRACT:

Axiverên devokên kurdîya kurmancî wexta bi hev re diaxivin eger aşînayê devokên hevdu nebin pirî caran di hevfêmkirinê de rastî pirsgirêkan tên. Sebebê vê jî hin cudahîyên qadên leksîkî û rêzimanî yê wan devokan e. Yek qada bikaranîna cuda ya rêzimanî bikaranîna partîkela îzafeyê ye. Armanca vê xebatê nîşandana bikaranînên cuda yên partîkela îzafeyê yên disê devokên kurdîya kurmancî de ye. Bidestxistina varyasyonên dîyalektîkî yên partîkela îzafeyê wê hem bikaranînên cuda yên partîkela îzafeyê derxe meydanê hem jî alîkarê hevfêmkirina axiverên devokên curbicur be.

Ev xebat li ser devokên bakur, başûrê rojhilat û başûrê rojavayê hate kirin. Ji van devokan şeş axiver hatine hilbijartin ku ev axiver li gor temen; ciwan, navsere û kal û li gor zayend; jin û mêr hatine dabeşkirin. Amûreke pîvanê ya ku ji pêncî û pênc pirsan pêkhatî ji van axiveran bi tirkî hatîye pirsîn û bersivên wan bi kurdîya kurmancî hatîye standin. Dikare bê gotin ku zayenda partîkela îzafeyê di nav axiverên nifşên nû de hêdî hêdî hesasîyeta xwe winda dike û ber bi notrbûnekê ve diçe. Axiverên jin jî li gor axiverên mêr di navdêrên cotzayend de rêkkeftina mê ji rêkkeftina nêr zêdetir bi kar tînin.

Keywords: Kurdîya kurmancî, îzafe, devok, dîyar, nedîyar, nîşander

Full Text